Serokê berê yê CIA ji Kurdistan24 re diyarkir: Bandora Iranê liser Bexdayê her bihêztir dibe

Hayden di daxûyaniya xwe ji Kurdistan24 re eşkerekir ku, Gûjmê Îranê li herêmê her diçe berferehtir dibe û destê Komara Islamî ji Tehranê digihije heta Suriye, heta Beyrûdê”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê dezgeha hewalgirî ya Amerikayê (CIA) û Dezgeha Ewleyiya Neteweyî (NSA) yê berê Michael Hayden diyarkir ku: “bandora Îranê liser Iraqê her zêde dibe û Iraq bi temamî dikeve bin bandora Şîebûnê de”.

Hayden di daxûyaniya xwe ji Kurdistan24 re eşkerekir ku, Gûjmê Îranê li herêmê her diçe berferehtir dibe û destê Komara Islamî ji Tehranê digihije heta Suriye, heta Beyrûdê”.

Herweha anî ziman ku, “Heşda Şabî ya hêza milişyayî ya Şîe li Iraqê bûye xwedî bandorek mezin ev yek jî barek giran dide ser milên Bexdayê. Bi tevlîbûna nav Artêşa Iraqê Heşda Şabî fermiyet wergirtiye, lê di heman demê dedi bin fermanên Îranê de tevdigere. Ger mirov bi berferehî binirxîne, ev yek ne di berjewedniya Iraqê de ye, Iraq bi vî awayî bi temamî dikeve bin bandora Şîebûnê de. Iraq dikare dostaniyê ligel Iarnê deyne, lê Iraqê dive nebe deriyê paş ê Îranê. Sedemên dîrokî jî hene, yên ku diyardikin Iraqî ji proseyek weha ne dilxweş in”.

Rahênanên fermanbarên Iranî bi serbazên Iraqê re dikin jî, bi şêweyek wergirtina fermanê ji alî Iraniyan ve ye. Ev yek ji desthilat bexdayê re jî aloziyan peyda dike. Waşington xwest ku, Bexda pirsa milişyatan çareser bike, lê Bexdayê ev yek red kir.

Bi vî awayî gotina Waşingtonê jî li Bexdayê derbas nabe û bêxemiya beramberî vê pirsê dihêle ku Iran û Heşsa Şabî li Bexdayê bihêztir bibin”.