Tirkiye: Heta niha 32 serbazên me hatine kuştin

Serfermandariya leşkerî ya Tirkiye (TSK) girêdayî Operasyona Efrînê daxûyaniyek weşand, ku tê de diyar dike, heta niha 32 serbazên Tirk di Operasyonê de hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serfermandariya leşkerî ya Tirkiye (TSK) girêdayî Operasyona Efrînê daxûyaniyek weşand, ku tê de diyar dike, heta niha 32 serbazên Tirk di Operasyonê de hatine kuştin.

Di daxûyaniyê de tê ragihandin: “Di Operasyona me de, ligor dîroka me ya şerefmend û kultira me di çarçoveya parastina jiyana sivîlan de, bînkeyên teroristan tên armanckirin. Herweha ji destpêka Operasyonê, li deverên çalakiyan de avahiyên olî û kulturî neyên armanckirin. Heman demê şûnwarên dîrokî, cîgahên alîkarîkirina civatê jî ne di nav armancên me de ne. Em tenê ligor rêkeftinên navneteweyî tevdigerin û alavên qedexekirî bikar nayenîn.

Ji destpêka Operasyonê heta niha  firokeyên me yê şer 782 armancên di bin kontrola rêxistinên terorê PKK, KCK, PYD, YPG û DAIŞ de hilweşandin e. 1931 endamên rêxistinên terorê hatine berteref kirin.

Di şerên ligel teroristan de 32 serbazên me jiyana xwe jidest dan e û 183 serbazûn me brîndar in”…

Di daxûyaniyê de liser rewş û zerarên grûbên ser bi Tirkiye ve ku, di Operasyonê de beşdarî dikin, tu agahdarî nehatiye dan.

Ji aliyê xwe ve, gelek welat û dezgehên navneteweyî Tirkiye tometbar dikin ku, gelek sivîl bûn e qurbaniyên Operasyona Tirkiye ser Efrînê.

 

C.B