Qesra Cemîl Paşa nîşana malbata welatparêziyê ye

Qesra Cemîl Paşa ya ku di sedsala 17. hatiye avakirin çavdêriya gelek bîranînên malbata Cemîl Paşa kirin e û niha jî bi hewildanên endamên malbatê tê parastin û wek muzexaneyekê dîroka malbata Cemîlpaşayan ronî dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Qesra Cemîl Paşa ya ku di sedsala 17. hatiye avakirin çavdêriya gelek bîranînên malbata Cemîl Paşa kirin e û niha jî bi hewildanên endamên malbatê tê parastin û wek muzexaneyekê dîroka malbata Cemîlpaşayan ronî dike. Her çiqas ji ber xwedîlêderketina doza neteweyî ya Kurdistanê ev malbata qedîm gelek caran hatine nefîkirin jî şopên wan nehatine jinavbirin.

Li Sûra dîrokî ya Diyarbekirê gelek avahiyên dîrokî hene ku ji aliyê neteweyî û çandî ve ji bo Kurdan girîng û binirx in. Yek ji van avahiyan jî Qesra Cemîl Paşa ye ku bi avahîsazî û bi heybeta xwe berhemek bedew a dîrokî ye ku Sûra Diyarbekirê dixemilîne. Qesra Cemîl Paşa ya ku ji 2 hewş û 45 jûran pêk tê  bi kevirên reş ên Diyarbekir hatiye avakirin. Endamên malbata Cemîl Paşa didin zanîn ku her çiqas dîroka avakirina qesrê wek 1888 tê destnîşankirin jî, dîroka rast a avakirina qesrê gelek kevintir e. Yek ji neviyên Ehmed Cemîl Paşa Ferda Cemîloglû ku ji nifşa 6. a malbatê ye dibêje Qesra Cemîl Paşa di sedsala 17. Hatiye avakirin.

Ferda Cemîl Paşa li ser malbata xwe ji K24ê re wiha axivî: "Berî 350 salan ev qesr hatiye avakirin. Bav û kalen me li vê derê hatine dinê. Ev qesr 3 caran şewitî ye. Di sala 1888 de piştî şewatê hatiye restorekirin."

Qesra Cemîloglû (Cemîl Paşa) di jûrek xwe de dîrokekê diparêze ku bavê Ferda Cemîloglû, Wejdî Cemîloglû di dema ragihandina Komara Kurdistanê ya Mihabadê de ev şal û şapik li xwe kiriye û ev şal û şapik jî ji aliyê Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî ve wek diyarî bo Wejdî Cemîloglû hatiye dayîn. Malbata Cemîl Paşa ji ber ku doza neteweyî ya Kurdistanê meşandine rastî nefîkirinên giran hatine. Ferda Cemîloglû amaje dike ku niha 2 hezar endamên malbatê li 4 aliyê cihanê belav bûne.

Ferda Cemîloglû dibêje: "Di dema Komara Tirkiyeyê de malbata me 4 caran rastî nefîkirinê hatiye. Di sala 1919ê de nefîkirinek biçûk çêbû ye. Piştî Serhildana Şêx Seîd nefîkirin dîsa çêbû ye. Di sala 1933 de nefîkirinek mezin çêbû ye û di sala 1945ê de jî hatine nefîkirin."

Qesra Cemîlpaşa herî dawî di sala 2014ê de bi restoresyoneke piştî 3 salan wek muze hatibû vekirin, qesra dîrokî ku di demê Osmaniyan de qasî taxekê mezin bû û li ser 2 hezar û 5 metir çargoşe hatibû avakirin bi bedewbûn û zindîbûna xwe çiqas kevin bibe ewqas jî bedewtir û biheybetir dibe.