Rêveberiya Xweser 3 endamên PDKS û rojnamevanek serbest berdan

Kesên hatine berdan: Salih Cemîl Mihemd endamê komîteya navendî ye, Deham Hisên endamê komîteya xwecihî ye û Cinêd Mecîd endamê komikê ye û Endamê Partiya YEKîTî rojnamevan Alan Selîm

K24 - Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo, sê endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Sûryê û Endamekî Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ji zindanên rêveberiya xweser serbest hatin berdan.

Berpirsê pêwendiyên niştimanî yê PDKS Seîd Umer ji Kurdistan24ê re ragihand, ku îro sê endamên partiya wan, ku di zindanên rêveberiya xweser de li Qamişlo girtî bûn, serbest hatin berdan.
Derbarê nav û postên wan endaman Seîd Umer ji K24ê re diyar kir, ku Salih Cemîl Mihemd endamê komîteya navendî ye, Deham Hisên endamê komîteya xwecihî ye û Cinêd Mecîd endamê komikê ye.

Li ser heman mijarê, nûçegihanê Kurdistan24ê li Qamişlo ragihand, ku îro jî endamê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûrya Alan Selîm ji zindanên rêveberiyê hat berdan, ku ew bi xwe jî peyamnêrê malpera heman partiyê ye.