Daxuyaniyek ji Fermandariya Eniya Rojavayê Kerkûk – Pirdê

Di daxuyaniyekê de, Fermandariya Eniya Rojavayê Kerkûk – Pirdê komelek ji daxuyaniyên Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqî red dike û radigihîne, “Pirdê bajarokekî aram û cihê aramî û pêkvejiyana Kurd û Tirkmen bû û bi ti awayekî ji bilî dam û dezgehên fermî, ti hêzeke din nebû û ew dereweke mezin ku hêzên biyanî lê bûn û rûniştvanan daxwaza hatina hêzên Iraqî kiribe û bi wê bihaneyê êrîşî wî bajarokî kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Deqa daxuyaniya Fermandariya Eniya Rojavayê Kerkûk – Pirdê:

Di daxuyaniyekê de ku bi navê fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqî belav kiriye, komelek zanyariyên şaş tê de ne, bi mebesta veşartina rastiyan e.

Yekem: Berî her tiştî, berî êrîşa duh ya mîlîşyayên Heşda Şeibî, Pirdê bajarokekî aram û cihê aramî û pêkvejiyana Kurd û Tirkmen bû û bi ti awayekî ji bilî dam û dezgehên fermî, ti hêzeke din nebû û ew dereweke mezin ku hêzên biyanî lê bûn û rûniştvan daxwaza hatina hêzên Iraqî kiribe û bi wê bihaneyê êrîşî wî bajarokî kirin.

Duyem: Hêza Pêşmerge li cihên xwe bûn û destpêşxeriya şer nebû û tenê berevanî kir û karî rê li ber êrîş û pêşveçûnên wan bigire û êrîşê têk bişikîne.

Sêyem: Wek duh jî navê hêzên beşdar di wê êrîşê de ragihand, hejmara gelek kuştî û birîndaran bi belge ne û derdixe ku mîlîşyayên Heşda Şeibî serperiştiyarê sereke yê wê êrîşê bûne û bi wê cure daxuyaniyê nikarin şekestina wê hêzê veşêrin û bixine stûyê hêzên din ên Iraqî.

Çarem: Tuhmeta bikaranîna çekê Mîlan red dikin, lê em dipirsin: Mîlîşyayeke wek Heşda Şeibî tanka Abrames û T72 û Hemmer û çekê pêşketî yê rojavayî ji kû anîbû û bi çi mafekî li dijî gelê Kurdistanê bikar dianî.

Di dawiyê de, careke din tekez dikin, ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê destpêşxeriya şer nabe, lê bi amadehiya temam di rewşa berevaniyê de ye û rê li destdirêjiyan digire.