Kemal Kerkûk piropagendeya malpera Lahor bi derew derdixe

Kerkûkî: Tiştê di 16 Cotmehê de çêbû xiyaneteke mezin bû û ewên ew xiyanet kirine, dixwazin bi riya derewan riwê xwe yê reş sipî bikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Malpera Milet Prees ya ser bi Lahor Cengî ve belav kiriye, ku nameyeke nihênî li mala fermandeyê mihwerê rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî hatiye dîtin û ew name ji Serok Barzanî re hatiye şandin.

Ji aliyê xwe ve Kemal Kerkûkî di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragihand: Ew dixwazin bi vê derewê riwê xwe yê reş sipî bikin.

Malpera Lahor Cengî behsa dîtina wê nameyê kiriye, lê wêneyek ji wê nameyeê belav nekiriye.

Li ser wê yekê Kerkûkî diyar kir, ku ew nivîsa ku bi nave nameyê belav kirine, dûrî rastiyê ye û ti bingeh jêre tine û got jî: Berê jî û niha jî helwesta me zelal e, ku leşkerkêşiya Heşdê û artêşa Iraqê û radestkirina Kerkûkê di 16ê Cotmeha derbasbûyî de, xiyaneteke mezin bû û ewana dixwazin bi van derewan xiyanet û riwê xwe yê reş sipî bikin.

Herweha Kemal Kerkûkî tekez kir, ku mala wî li Kerkûkê tune ye û got: Ji destpêka şerê dijî DAIŞê ve, berdewam li sengerên Pêşmerge û berevaniyê de bûm.