Fermandarekî berê jêderên çekê kîmawî yên Sûriyê aşkere dike

Fermandarê berê yê artêşa Sûriyê û pisporê di warê çekê kîmawî de Zahir Sakit her yek ji Rûsya û Hizbulaha Libnanî tometbar dike ku alîkariya rêjîma Esed dikin ji bo veguhastin û komkirina çekê kîmawî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê berê yê artêşa Sûriyê û pisporê di warê çekê kîmawî de Zahir Sakit her yek ji Rûsya û Hizbulaha Libnanî tometbar dike ku alîkariya rêjîma Esed dikin ji bo veguhastin û komkirina çekê kîmawî.

Zahir Sakit ji kenala “Texyîr” re tekez kir, Rûsya hemû hewlan ji bo jêbirina tevahiya belgeyên bikaranîna çekê kîmawî ji aliyê rêjîma Esed ve dide, ji ber ku dîtina belgeyekê li ser bikaranîna çekê qedexekirî ne tenê Sûriye belkû Rûsyayê jî şermezar dike û dibêje: “Mosko serperiştiya hîştina komkehên çekên kîmawî yên rêjîma Sûriyê dike û hemû alîkariyan ji bo dirustkirina wê çekê jî pêşkêş dike.

Sakit da zanîn, belge ji nava Feyleqa Şeşem a artêşa Sûriyê gihîştine destê wî, ku çekê kîmawî di destê rêjîma Sûriyê de hene.

Roja 7ê Nîsanê bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê bi çekê kîmawî hat bombebarankirin, Amerîka û Brîtanya û Fransayê jî rêjîmê bi êrîşa kîmawî tometbar dikin ku di encamê de zêdetir ji 60 welatiyên sivîl hatibûn kuştin.

Roja 14/4/2018an, bi tawana bikaranîna çekên kîmawî, Amerîka û Birîtanya û Frensa, hejmarek bingehên serbazî yên rêjîma Sûryê bordûman kirin û bi bêtirî 100 mûşekan li wan bingehan dan, ku guman heye di wan de çekên kîmawî hatibin berhemanîn.

Berî çend rojan jî, Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand, zanyariyên wan hene ku berpirsên Rûsî û yên rêjîma Sûriyê bi hev re kar dikin ji bo nîşaneyên çekê kîmawî li Dûmayê pak bikin.

 

S. B