Netewên Yekgirtî daxwaza derxistna 400 kesên nexweş ji Xûta Rojihlat dike

NY: Rêjîma Sûryê berpirs e di ber çareseriya wan kesan de, herweha divê rê li ber gihandina kelûpelên pizişkî ji bo wan veke.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de Netewên Yekgirtî dibêj: "Divê bi awayekî lezgîn bêtirî 400 kesên nexweş, ku ji aliyê rêjîma Sûryê ve li Xûta Rojhilatê Şamê hatine dorpêçkirin, ji bin wê dorpêçê bên derxistin."

Daxuyanî tekez dike, ku di çarçoveya yasayên navdewletî de, rêjîma Sûryê berpirs e di ber çareseriya wan kesan de, herweha divê rê li ber gihandina kelûpelên pizişkî ji bo wan veke.

Berî niha serokê girûpa karên mirovî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve ragihandibû, ku nêzîkî 400 jin, zarok û zilam di bin dorpêça hêzên rêjîmê de ne li Xûta Rojhilat, û pêwîstiya wan bi dermankirinê heye.