HDP pêşinyrekê radestî Perlemana Tirkiyê dike

HDP: Heya kesên berpirs li ser bûyera Parîsê neyên girtin, ewê hertim li benda komkujî û bûyerên din yên hev awa bin û bi wî awayî jî ti carî aramî li Tirkiyê çênabe.

K24 - Navenda Nûçeyan

HDP li ser Perlemana Tirkiyê pêşinyar dike lêkolînê li ser bûyera Parîsê bike li ser bingeha mikurhatina herdu endamên MÎTê yên li cem PKKê girtî ne.

Perlemantera HDP Feleknas Uca ji kenaleke nêzîkî partiya xwe re ragihand: Sakîne Cansiz damezrênera PKK û du çalakvanên din ku li Parîsê hatin terorkirin, piroseya aştiyê li Tirkiyê di rojevê de bû, Tirkiyê ber bi aramiyê ve diçû, lê xwestekek hebû ku ziyanê bi wê piroseyê bigehîne. Her sal me pêşinyara lêkolînê daye Perleman lê dihat redkirin.

Uca Tekez kir, ku ew hersê kes ji aliyê MÎTê ve hatine kuştin û heya kesên berpirs li ser wê bûyerê neyên girtin, wê hertim li benda komkujî û bûyerên din yên hev awa bin û bi wî awayî jî ti carî aramî li Tirkiyê çênabe.