Peyvdarê Hikûmeta Herêmê bersiva şêwirmendê Ebadî dide

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, hikûmet pabendiyê bi deqên yasayî yên ku behsa rêvebirina xalên sînorî û fiokxaneyan dibe. Diyar kir jî, gotina “radestkirinê” di yasayan de nehatiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, hikûmet pabendiyê bi deqên yasayî yên ku behsa rêvebirina xalên sînorî û fiokxaneyan dibe. Diyar kir jî, gotina “radestkirinê” di yasayan de nehatiye.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji malpera “El-Xed Press” a Iraqî re got: “Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve ligel çareserkirina pirsgirêkan bi riya guftûgoyê bûye, bêgûman pirsên teknîkî pêwîstiya wan bi guftûgoya zêdetir heye.”

Dizeyî amaje bi wê kir, rênima û yasay tekezî li ser birêvebirin û serperiştîkirina hevbeş a xalên sînorî dikin, herêm jî amade ye guftûgoyê li ser wan pirsan, xalên sînorî û firokxaneyan bike.

Herwiha got: “Ti gotinek (radestkirinê) di yasa û rênimayan de derbarê xalên sînorî û firokxaneyan de nehatiye, belkû ewê heye behsa rêvebirin û serperiştîkirina hevbeş dike.”

Dizeyî aşkere dike, ta niha ti guftûgoyek derbarê wan pirsan de nehatine kirin û got: “Me hest bi daxwaza guftûgoyê jî ji Bexda û ji daxuyaniyên serokwezîr kirin, hêvîdar in pirsgirêk çareser bibin.”

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Îhsan Şemerî di tûra pêwendiyên civakî belav kiribû, Bexda biryareke nû li hember Herêma Kurdistanê daye û wî 7 xal jê belav kiribûn, xala diyar jî tê de (radestkirina xalên sînorî, gumrik û firokxaneyan) bû. Lê Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, di yasa û rênimayan de tiştek bi navê radestkirin nîn e, belkû serperiştîkirina hevbeş heye.