Serok Barzanî: Li Kurdistanê ti giringî ji biryarên perlemana şoven ya Iraqî re tune ye.

Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî bi amadebûna deh hezaran kes, li stadyuma Dihokê ragihand, di festîvalên cemawerî yên Zaxo û Dihok û Amêdî, we biryara xwe da û we got Belê.

K24- Dihok

Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî bi amadebûna deh hezaran kes, li stadyuma Dihokê ragihand, di festîvalên cemawerî yên Zaxo û Dihok û Amêdî, we biryara xwe da û we got Belê.

Serok Barzanî sipasiya rûniştvanên parêzgeha Dihokê kir û ragihand: “Di pêşwaziya mişextan û piştevaniya hêzên Pêşmerge de, we serê Kurdistanê bilind kir.”

Serok Barzanî, derbarê biryara 7 Hizêranê jib o encamdana referandomê got: “Heger destûr hatiba bicîkirin û şeraket hatiba qebûlkirin, belkî ew biryar nehatiba stendin, lê destûr, tewafuq û hevsengî nehatin bicîkirin.

Barzanî ragihand, piştî 2003an ew bi hêvî bûn Iraqeke nû bê avakirin, lê piştî demeke kin eşkere bû ku heman eqliyet li Bexdayî mafê Kurdan tê xwarin.

Diyar jî kir, bi qutkirina nanê xelkê Kurdistanê, enfaleke din bi ser Kurdistan de hat û gerek bihatiba zanîn, ji roja ku wan ew biryar da, ti pêwendiya  gelê Kurdistanê bi wan re nema ye.

Barzanî destxweşî li perlemanterên Kurdistanê kir yên ku duh perleman ektîvkirin û encamdana referandomê pesend kirin û got: “Aliyên Iraqî bihane didan û digotin perlemana Kurdistanê biryar li ser referandomê nedaye, lê vaye perleman jî biryara xwe da û ti bihaneyeke din li cem wan nema.”

Serok Barzanî got: “Mixabin, îro hin kes bi zimanê gefan diaxivin û dibêjn ew biryar nedestûrî ye, ku wan bi xweew destûr binpê kiriye.”

Barzanî diyar kir, “Niha li Iraqê behsa piraniya siyasî tê kirin, lê em zanin wateya piraniya siyasî çi ye, perlemana Iraq niha ne fîdralî ye û ketiye destê grûpeke şovînî de, lewra ti giringî ji bo biryarên perlemana şovênî ya Bexdayê li Kurdistan tune ye.”

Barzanî bal kişand ser wê yekê, ku du rê hene, yan serxwebûn yan jî bindestî, û tekez kir, ku ew xiyanetê li xwîna şehîdan nakin û bindestiyê qebûl nakin, û got: “Şer sere îradê ye, û ez bi bawer im îradeya gelê me, ji hemû çekan bihêztir e.”

Barzanî eşkere kir: “Pirsa referandomê ne nû ye, û min rû bi rû di sala 2015an de behsa vê mijarê li Koşka Sipî li gel Serokê Amerîka Barak Obama kir.”

Barzanî got: “Dema ku berpirsêne welatan tên û behsa qaremaniya Pêşmerge dikin, em memnûnê wan in, lê em li bendî wê yekê ne ku ew jî rêzê li xwîna şehîdan û westana gelê Kurdistanê bigirin.

Zelal jî kir, “Heger berjewendiya wan rê nade bi eşkere piştevaniya referandomê û mafê rewa yê gelê Kurd bikin, ew tiştekî din e, lê dema ew li ber welatên vir û derên din bêjin referandom ne destûrî ye, em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin, em rewatiya referandomê ji xwîna şehîdan werdigirin, nek ji ti kesê din.”

Barzanî bal kişand ser dewleta dahatî ya Kurdistanê û ragihand: “ Dewleta dahatî ya Kurdistanê, dewleteke medenî dibe û mafê hemû pêkhateyan têde parastî ye û em gerentiya vê yekê dikin, kêşeyên me yên netewî li gel ti kesî nînin, tenê kêşeyên me li gel desthelatdarên Iraqê bû ne.”

Herweha Barzanî diyar kir, ku çanda dewlemend ya pêkvajiyan û hev qebûlkirinê ku bû yê cihê serfiraziya Kurdan, dive bê parastin û sivkatî û bêrêzî li pîroziyên ti neteweke din neyê kirin.

Got jî: “Em zimanê gefan beramberî ti kesî bikar naynin û em ji kesî jî qebûl nakin gefê li me bike û mafê me yê berevaniyê heye.

Barzanî behsa wê yekê kir, ku hin kes dibêjin, pêwîste Kurd vegerin Xeta Kesk, ew jî ew Xet e ku pêştir di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de bû, wateya wê yekê jî ew e, her car dilê wan bixwaze gefan li ser Dihok û Hewlêrê bikin û wan bombebaran bikin, Barzanî tekez kir, ew ne amade ne yek xulekê jî behsa vê meselê bikin.

Herweha serok Barzanî got: “Em hez dikin baştirîn pêwendî li gel cîranên me hebe û me berî niha jî piştrast kiriye ku em fakterê aramî û ewlehiyê ne.”

Serok Barzanî sipasiya Hevpeymaniya Navdewletî kir û ragihand, Amerîka û hevpeymanan di şerê DAIŞê de hevkariya me kir û bi pêwîst dizanin ku sipasiya hemû Pêşmergeyên qehreman bikin ku şeref û rûmeta Kurdan parast in.

Ragihand jî, ew çekê Pêşmerge pê şerê DAIŞê kiriye û DAIŞ şikandiye, bawer nakim ku artêşek karibe bi wi çekî dijminekî wiha bişkîne.

Derbarê hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ragihand, parastina wê hevahengiyê dikin û sûd ji bo her aliyekî ye.

Herwiha got, dixwazin neviyên bê bi azadî û serxwebûn bijîn û dema wê hatiye ku ev baxê bi xwînê hatiye avdan, berhemê wê biçinin.

Tekez jî kir, heya niha ew bedîlê cihê referandûmê bigire, negihêştiye destê me û di roja 25ê Îlonê de biçin ser sindoqan.