KCD: Em ê ji bo Ocalan dakevin kolanan

19 sal berê di 9ê Kewçerê de Ocalan bi zora Tirkiyê ji Sûriyê hate derxistin. Piştî ku Ocalan ji Sûriyê derket di 15ê Sibatê de li Kenyayê bo Tirkiyê hate radestkirin. Ji bo şermezarkirina salvegera radestkirina Ocalan KCDê serdana parêzerên Ocalan kir û diyar kirin ji bo rakirina tecrîtê û azadiyê ew ê dakevin kolanan.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

19 sal berê di 9ê Kewçerê de Ocalan bi zora Tirkiyê ji Sûriyê hate derxistin. Piştî ku Ocalan ji Sûriyê derket di 15ê Sibatê de li Kenyayê bo Tirkiyê hate radestkirin. Ji bo şermezarkirina salvegera radestkirina Ocalan KCDê serdana parêzerên Ocalan kir û diyar kirin ji bo rakirina tecrîtê û azadiyê ew ê dakevin kolanan.

Bi mebesta salvegera derxistina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyê ku 19 sal di ser re derbas bûn, Hevserokên Kongreya Civakî ya Demokratîk Leyla Guven, Bedran Ozturk û endamên dîwanê jî di nav de serdana Ofîsa Hûqûqê ya Asrin kirin. Di encama hevdîtinê de daxuyaniyeke hevpar hate ragihandin. Pêşî li ser navê Ofîsa Hiqûqê ya Asrin, Parêzer Ebru Gunay axivî û diyar kir komploya navdewletî ya prosesên 9 Kewçer û 15ê Sibatê ku ji hingî ve li ser Ocalan tecrît tê meşandin azadiya Kurdayetiyê armanç dike.

Parêzera Abdullah Ocalan Ebru Gunay got: "Prosesên 9 Kewçer û 15ê Sibatê bandoreke mezin li ser çarenûsa vê erdnîgariyê kiriye. Bi tecrîta ku heta niha didome azadiya Kurdayetiyê tê armanckirin. Nayê xwestin ku Birêz Ocalan bîr û boçûnên xwe bigîne civaka Kurdan û cîhanê."

Hevserokê KCDê Bedran Ozturk jî li ser 19emîn salvegara ku Ocalan ji Sûriyê hate derxitin diyar kir ku hemû welatên mêtîger û kapîtalîst bûne yek û di ser Ocalan re ev komploya navdewletî pêk anîne. Ozturk got, ev tecrîta ku li ser Ocalan tê meşandin li derveyî yasa û hiqûqê ye û dijminatiyê dihewîne.

Parlamenterê HDPê û Hevserokê KCDê Bedran Ozturk got jî: "Ev tecrît pir giran e. Di dinyayê de tû mînakên wê tûnene. Xwesteke wan di ser Birêz Ocalan re gelê Kurd tecrît bikin, bê îrade bikin û tûne bikin. Şermezarkirina vê tecrîtê ne bes e, divê em dengê xwe bilindtir bikin. Azadiya Ocalan wê bibe azadiya gelê Kurd. Ji ber wê yekê jî divê em derkevin qadan. Wek KCDê jî me di encama xwe de diyar kir."

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 18 sal in li Tirkiyê di Grava Îmraliyê de girtiye. Ji 27ê Tirmeha 2011an heta niha dewletê destûr nedaye parêzerên Ocalan ku pê re hevdîtinê pêk bînin. Di 11e Îlona 2016an de piştî ku ji bo rakirina tecrîta li ser Ocalan li Diyarbekirê girêva birçîbûnê hate destpêkirin, dewletê destûr da birayê wî Mehmet Ocalan ku pê re hevdîtinê pêk bîne. Lê ji wê dîrokê heta niha ne parêzer, ne şande ne jî malbat, dewletê destûr nedaye ku kes bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.