Rûsya: Siyaseta me li Sûrya li gel berjewendiyên Israîlê ye
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Dezgehên Cihûyî li Rûsya haxam Brel Lazar ji rojnameyeke Israîlî re ragihand, ku serokê Rûsya Vladimir Putin peyamek bi riya wî ji bo serokwezîrê Israîlî Benjamin Netanyahu re şandiye û ji wî xwestiye ku dev ji gefên xwe yên li dijî Îranê berde û Rûsya li berjewendiyên Israîlî li Sûrya miqate ye.
Brel Lazar diyar kir, ku ew di civînekê de li gel Putin amade bû, di wê civînê de Putin tekez kiriye, ku piştevaniya Mosko ji Esed re, di berjewendiya Israîlê de ye û mana Esed di desthilatê de, ji bo Israîlê baştir e ku hin aliyên din desthilata Sûryê werbigirn.
Derbarê radestkirina sîstema mûşekî S300 ji hikûmeta Sûryê re, navhatî got: Ew sîstema mûşekî, wê ji bo berevaniyê li pêşya êrîşên Amerîk û hevpeymanên wê, bê bikaranîn û li dijî Israîlê nayê bikaranîn.
N.O