Hevpeymana Navdewletî armanca çûna hêzên Amerîkî ji bo Kerkûkê eşkere dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro şemiyê 2/12/2017an, Havpeymana Navdewletî armanca belavkirina sedan serbazên Amerîkî li derdora Kerkûkê eşkere kir û got: "Ew amadekariyek e ji bo qonaxa dahatî û rêgirtin e li pêşya nakokiyan li sînorên parêzgeha Kerkûkê û Xurmatû."
Peyvdarê Hevpeymana navdewletî li dijî DAIŞê Rayan Dîlin got: "Çûna hêzên Amerîka di çarçoveya hêzên hevpeymana navdewletî de ji bo serbazgeha K1 li Kerkûkê, bi hevrêzî bû li gel hêzên Iraqî û hevpeymana navdewletî wê ji nû ve hêzên xwe li tevahiya navçeyên Iraqê belav bike".