Bekir Kaya bi 8 sal û 3 meh zindaniyê hat sizakirin

Şaredarê Wanê Bekir Kaya bi 8 sal û 3 meh zindaniyê hat sizakirin

K-24 Navenda Nûçeyan

Şaredarê Wanê Bekir Kaya bi 8 sal û 3 meh zindaniyê hat sizakirin.

Bi tometa endamtiya PKK û alîkariya rêxistina terorê, dadgeha sizaya Giran a Wanê, derbarê Şaredarê berê Wanê Bekir Kaya de doz vekiribû. Dadgehê di rûniştina îro de biryarê xwe aşkera kir û Kaya bi 8 sal û 3 meh zîndanîkirinê hat sizakirin.

Di heman dozê de, sê kes jî bi sizaya zîndaniya salekê hatin sizakirin.

Şaredar Bekir Kaya, beriya du salan bi fermana Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ji kar hatibû dûrxistin. Meha borî jî Kaya bi tometa endamtiya PKKê, bi 8 sal û 9 meh sizaya zîndanîkirinê, hatibû sizakirin.Bekir Kaya ev 2 sal in di zîndanê de ye.

 

 

 

C.B