Berbijêrê Serokomariya Tirkiyê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike

Berbijêrê Serokomariya Tirkiyê ya ji bo hilbijartinên sala 2019an Burhan Erol radigihîne, divê Tirkiye piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike.
kurdistan24.net

K24 – Navneda Nûçeyan

Berbijêrê Serokomariya Tirkiyê ya ji bo hilbijartinên sala 2019an Burhan Erol radigihîne, divê Tirkiye piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike.

Burhan Erol di çarçoveya lêkolîna pêvajoya referandûma serxwebûnê de ev çend roj in serdana Kurdistanê kiriye û dibêje, ew kêfxweş dibe ku Kurd ber bi serxwebûnê ve diçin. Wekî hemî neteweyan mafê Kurdan e jî serbixwe bibin. Bi ti awayî nayê qebûlkirin Tirkiye êrîşê Herêma Kurdistanê bike. Berevajî vê yekê divê Tirkiye piştevanê serxwebûna Kurdistanê be.

Burhan Erol ji K24ê re wiha axivî: “Tirkiye divê bi ti awayî xeyal jî neke ku êrîşê Kurdistanê bike. Tirkiye ji bo dostaniya Kurd û Tirkan divê beramberî Herêma Kurdistanê siyasetek aşîtiyane bi rê ve bibe. Ji ber ku xelkê Herêma Kurdistanê li hemberî Tirkiyeyê qet xirab nîn in.  Lê li Tirkiyeyê hin siyasetmedar xelkê Kurdistanê nas nakin û axaftinên şaş dikin. Herwiha dijminahî jî dikin. Divê hikûmeta Tirkiyeyê xeletiyan neke. Ez Tirk im û bawer im 300 milyon tirkên li ser dinyayê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin. Lewma divê Tirkiye jî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike.”