Vîdyoyeke balkêş ya Mam Celal belav dibe

Vîdyoyeke nû derket, tê de Mam Celal Talabanî di sala 1963an de li Parîsê paytexta Fransayê bi medyaya Frensî re diaxive û Mîr Kamûran Bedirxan jê re werdigerîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Vîdyoyeke nû derket, tê de Mam Celal Talabanî di sala 1963an de li Parîsê paytexta Fransayê bi medyaya Frensî re diaxive û Mîr Kamûran Bedirxan jê re werdigerîne.

Li gor nûçeyan ajansa “Sputnik” Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê û Serokomarê berê yê Iraqê li Parîsê ji medyaya Fransî re diaxive û Mîr Kamûran Bedirxan jî gotinê wî ji Kurdî werdigerîne ji bo Fransî.

Di vîdyoyê de Mam Celal têkiliyên bi Iraqê re dinirxîne û wiha diaxive: “Ez bawerim hikûmeta Iraqê nikare şoreşa Kurdistanê bişkîne. Lewre ev şoreş, şoreşa hemû gelê Iraqê ye û leşkerên şoreşa Kurdistanê bihêz e û moral berz e. Gelê Iraqê piştgiriya şoreşa gelê Kurdistanê dike û li dijî kiryarên hikûmeta Iraqê li ser Kurdistanê ne. Çimkî dizanin xebatên Kurdistanê ji bo demokrasiya Iraqê û mafê edaletê yên miletê Kurd in.”

Mam Celal piştî temenekî dirêj di xebata siyasî de roja 3ê Cotmeha 2017an li Berlînê paytexta Almanyayê koça dawiyê kir û roja 6ê Cotmehê li bajarê Silêmaniyê bi xakê hate spartin.