Mesrûr Barzanî: Heya niha Bexdayê ti gav ji bo diyalogê neavêtiye

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê rijde li ser wergirtina hemû mafên xwe yên destûrî.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şanderê taybet yê sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Yan Kobîş kir.

Di civîna herdu aliyan de, rewşa di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat gotûbêjkirin. Di vî warî de, Yan Kobîş tekezî li ser helwesta Netewên Yekgirtî kir û got: Em bi hêvî ne di zûtirîn dem de, danûstendinên raster di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpê bikin. Destûr bingeha çareseriya gişt a kêşeyan e û nabe bi ti awayî hêz û tundî ji bo çarekirina kêşeyan bên bikaranîn.

Yan Kobîş tekez kir ku, Netewên Yekgirtî û Encûmena Ewlehiyê jî wê bizavên xwe berdewam bikin daku di zûtirîn dem de, kêşeyên di navbera herdu aliyan de bi awayekî aştiyane bên çarekirin.

Di beramber de Mesrûr Barzanî bizavên Netewên Yekgirtî bilind nirxand û diyar kir, ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe ji bo destpêkirina danûstendinan bicî kiriye, lê heya niha Bexdayê wekî pêwîst gavên piraktîkî neavêtiye.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê da xuyakirin ku, seqaya hilbijartinan û nakokiyên siyasî li Bexdayê, bûne kelemên serekî li pêşya pêşveçûnan, lê nabe welatiyên Kurdistanê baca rewşa Bexdayê bidin û pêwîst e herî zû destpêkirin û birêveçûna danûstandinan li gorî xişteyeke demkî bên encamdan.

Mesrûr Barzanî got: Gellek caran li Bexdayê bangeşeya bicîkirina destûrê tê kirin, Herêma Kurdistan jî vê yekê dixwaze, lê divê tevahiya destûrê were bicîkirin nek tenê ew maddeyên ku Bexda ji xwe re wan hildibijêre.

Herweha Mesrûr Barzanî tekez kir, ku Herêma Kurdistanê rijde li ser wergirtina hemû mafên xwe yên destûrî.