Artêşa Tirkiyê hêzeke zêdetir berve Efrînê ve dişîne

Arteşa Tirkiyê 15 tank û wesaîtên leşkerî ji bo operasyona li dijî Efrînê şandin sînorê Efrînê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyê 15 tank û wesaîtên leşkerî ji bo operasyona li dijî Efrînê şandin sînorê Efrînê.

Di çarçoveya operasyonê de veguhestina hêzên leşkerî jî berdewam dike û Arteşa Tirkiyê ji bajarê Şirnexê 15 tank û wesaîtê leşkerî ber bi Efrînê ve şandin.

Herwiha duh jî ji bajarê Mêrdînê 20 tank ji bo operasyona li dijî Efrînê hatibûn şandin.

Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê 27 roj in berdewam dike û roj bi roj tundtir dibe. Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ragihandibû, artêşa Tirkiyê ti pêşketineke berçav li Efrînê nekiriye.