Lavrov ji bo K24: Em daxwaza rawestandina êrîşên li ser Efrînê dikin

Lavrov: Rûsya amade ye di navbera Hewlêr û Bexdayê de navberiyê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov, di bersiva xwe de li ser pirseke K24ê got: "Em daxwaza rawestandina êrîşan dikin li ser Efrînê û pêkanîna hêzên parastina sînoran li Rojavayê Kurdistanê karekî neyasayî ye.

Lavrov di kongirekî rojnamevanî de li Mosko derbarê kongirê Sochi ragihand, ku ew bi hêvî ne Netewên Yekgirtî piştevaniya lidarxistina kongirê Sochi yê Diyaloga Niştimanî Sûrî bike.

Sergey Lavrov got: "Armanca kongirê Sochi ew e, ku rê li ber danûstandinên Cinêvê xweş bike".

Herweha Lavrov pesnê rola Rûsya, Tirkiyê û Îran da, di dema beşdariya wan di civînên Astana de û rola wan di pêkanîna navçeyên kêmkirina şer de bi giring binav kir.

Li ser kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, wezîrê derve yê Rûsya ragihand, ku welatê wî amade ye di navbera Hewlêr û Bexdayê de navberiyê bike.