NY: Tiştê li Myanmar dibe qirkirin e

Netewên Yekgirtî aşkere kir "bêtirî 360 hezar kesî ji Misilmanên Myanmarê di nava sê hefteyên borî de ji malên xwe reviyane."

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî aşkere kir "bêtirî 360 hezar kesî ji Misilmanên Myanmarê di nava sê hefteyên borî de ji malên xwe reviyane."

Komisyarê Bilind yê Mafê Mirovan di Netewên Yekgirtî de Ziyd Reidî Hisên ragihand: "Tawanên li dijê pêkhateya Misilmanên Rohingya heman şêwazê qirkirinê ye."

Ziyad Reidî tekez kir, "Piraniya Misilmanên Rohingya ji ber êrîş û tundiya artêşa Myanmarê reviyane û li penaberî Bangladeshê bûne û Netewên Yekgirtî gelekî li ser vê rewşê dilgiran e û ji Hikûmeta Myanmarê dixwaze di zûtirîn dem de kuştarên li dijî sivîlan rawestîne."