Putin: Berê çekên me ne ber bi Amerîka ve ne

Serokê Rûsyayê Viladîmîr Putin red dike ku çekên welatî ên pêşketî ji bo armanckirina Amerîkayê be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê Viladîmîr Putin red dike ku çekên welatî ên pêşketî ji bo armanckirina Amerîkayê be.

Serokê Rûsyayê Viladîmîr Putin di hevdîtinekê ligel kenala “Fox News” a Amerîkî de red kir ku pêşandana mûşeka “Sarmat” a Rûsî ji bo armanckirina Amerîkayê be.

Peyamnêrê wê kenalê ji Putin pirs kir ku di vîdyoya pêşandana wê mûşekê de wîlayeta Florida ya Amerîkî diyar bûbû, lê Putin red kir ew Florida be û got: “Navê Florida di vîdyoyê de nebû, divê hûn ji agahiyên piştrast bin.”

Di meha Adara bûrî de û dema Serokê Rûsyayê gotara xwe ya salane pêşkêş dikir, wêneyên çekên Rûsyayê yên pêşketî hatin pêşandan, ji wan jî wêneyên mûşeka Sarmat ya bi enerjiya atomî kar dike hatin pêşandan.

Pêşandana wan çekan bû cihê dilgiraniya Amerîka, bi taybet dema hate gotin ku di vîdyoyê de nexşeya Amerîka diyar bûbû û ew mûşek ber bi wî welatî vet ê avêtin.

Mûşeka “Sarmat” a Ballistic a nû dikare li derdora gozemînê bi temamî bigere berî ku armanca xwe pêk bîne û dikare seriyên atomî hilgire û welatekî biqasî Fransa yan wîlayeta Texas a Amerîkî jinav bibe.

 

S. B