Hesen Bilayisê Heşda Şeibî gefê li Erdogan dixwe

Şarezayê teqînan di nivîsgeha leşkerî ya Tevgera Ensarulah a Heşda Şeibî Hesen Bilayis gefê li Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dixwe

K24 – Navenda Nûçeyan

Şarezayê teqînan di nivîsgeha leşkerî ya Tevgera Ensarulah a Heşda Şeibî Hesen Bilayis gefê li Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dixwe û daxwaz jê dike di zûtirîn dem de hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.

Hesen Bilayis ku demek e di riya tûra civakî re vîdyoyan belav dike û gefê li Kurd dixwe, vê care jî gef li Erdogan dixwe û dibêje: “Sûnd bi xwedê, heger bilez hêzên xwe ji xaka Iraqê venekişîne, lehengên Iraqê, bi taybet ên Heşda Şeibî bersiv û derbeyeke tund didin.”

Heşda Şeibî, mîlîşyayeke Şîe ye bi fermana merciyeta Şîeyan Elî Sîstanî pêk hatiye û ji aliyê Îranê ve tê piştevanîkirin û perwerdekirin. Artêşa Iraqê jî ew çek û teqemeniyên ku ji Hevpeymaniya Navdewletî ji bo şerê DAIŞê wergirtine, xistiye ber destê wan hêza û niha pê şerê Kurd dikin.