Pêşmerge xwe neçemand û Heşd û hevalbendên wê şikand

Roja 20.10.2017an hêzên Heşda Şeibî, artêşa Iraqê û çendîn hêz û topxaneyên ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve û grûpeke di nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewla êrîşa li ser Hewlêrê kirin, lê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li bajarokê Pirdê mezintirîn êrîşa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê û hêzên ser bi wê ve şikand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja 20.10.2017an hêzên Heşda Şeibî, artêşa Iraqê û çendîn hêz û topxaneyên ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve û grûpeke di nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewla êrîşa li ser Hewlêrê dan, lê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li bajarokê Pirdê mezintirîn êrîşa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê û hêzên ser bi wê ve şikand.

Roja 20.10.2017an, wê bereyê û li navxweya Kurdistanê grûpeke ser bi YNKê ku çavên wan bûn, hewla jinavbirina qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê, lê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di bin fermandariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî de biyara bergîriyê dan.

Şerê ku wek destana Pirdê tê binavkirin, Pêşmerge tankeke cureya Abramz a Amerîkî têk şikand, ku dengdaneke mezin li gel xwe anî. Ji ber ku ew tanka Abramz tanka herî pêşketî û ya herî bi hêz a Amerîkayê ye û têkşikandina wê jî cureta Heşdî Şeibî têkşikand û naçar man êrîşa xwe rabigrin.

Li Pirdê Pêşmerge rûbirûyî Heşda Şeibî û hezên pê re bû û ew serkeftina mezin ya hêzên Pêşmerge, hîşt ku serkeftinên mezin li Mehmûdiye, Silhêla, Mexmûr û navçeyên din ên bêne tomarkirin.

Pêşmerge ku hîna ji ber xiyanetiya 16ê Cotmehê birîndar bû, di wê rojê biryar de biyar da bimire û xwe ji dagîrkirina Kurdistanê re neçemîne. Li dawiyê bi xwîna Pêşmerge plana ji navbirina qewareya siyasî û îdarî ya Herêma Kurdistanê şikand.

 

S. B