KCK: Em ji bo şerê Qendîlê amade ne

Karasu: Berî niha jî Arteşa Tirkiyeyê gellek caran li dijî Qendîl û Zapê operasyonên berfireh kiriye, lê şikestinek mezin xwariye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê KCKê Mistafa Karasu ragihand, ku ew amade ne li hemberî operasyona Tirkiyê li dijî Qendîlê şer bikin û bi ti awayî xwe radest nakin.

Mistafa Karasu ji ajanseke nêzîkî PKKê re axivî û bersiva Wezîrê Derve yê Tikriyê Mewlûd Çawîşoglu da û got: "Berî niha jî Arteşa Tirkiyeyê gellek caran li dijî Qendîl û Zapê operasyonên berfireh kiriye, lê şikestinek mezin xwariye. Ger Tirkiye careke din êrîşî Qendîlê bike, wê careke din wekî operasyona Zap û Çelîkê têk biçin".

Karasu diyar kir ku ew amadene şer bikin. PKK dikare baca şer bide lê ti carî xwe radest nake.

Hefteya derbasbûyî wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu gotibû, ewê piştî hilbijartinên Iraqê li dijî bingehên PKKê yên li Iraqê operasyonan bikin.

N.O