Li dijî Avahiya Asayîşa Yenîşehîrê êrîşeke çekdarî

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê li dijî Avahiya Asayîşa Yenîşehîrê bi çek û bombeyan êrîş hate kirin.

Li gor zanyariyan, duh derengê şevê 2 kesan bi çek û bombeyên bi dest hatine çêkirin êrîşê Avahiya Asayîşa Yenîşehîrê kirine û piştre di navbera wan û hêzên ewlekariyê de pevçûnek demkurt rû daye.

Di encama bûyerê de ti kes canê xwe ji dest neda û birîndar nebûn, lê polîsan dest bi operasyoneke berfireh kirin.