Birûsk Heseke: Firokeyên Tirkiyê ti rojekê jî êrîşên xwe ranewestandibû

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke,firokeyên artêşa Tirkiyê ti rojekê jî êrîşên xwe li dijî Efrînê ranewestandibû, lê çend rojan êrîşên xwe kêm kiribûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke rgihand, firokeyên artêşa Tirkiyê ti rojekê jî êrîşên xwe li dijî Efrînê ranewestandibû, lê çend rojan êrîşên xwe kêm kiribûn.

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke, li Efrînê di hevpeyvînekê de ligel K24ê re Li ser jinûvebombebankirina Efrînê piştî rawestandina 4 rojan a firokeyên Tirkiyê de ragihand, Êrîşa firokeyên artêşa Tirkiyê ti rojekê ranewstiyabû, rast e çend rojan kêm kiribû.”

Herwiha Birûsk Hesekê got: “Tirkiye xwast li ser erdê bi riya çeteyên xwe derbas bibe, lê rastî berevaniyeke tund ji aliyê YPG û YPJê hat û bi şûn ve vekişayan, lewre got heger ew careke din bi firokeyan bi tundî êrîş neke, dê bibin bikeve. Loma Tirkiyê careke gundê û navçeyên Efrînê û herwiha vê carê jî taxên Efrînê bombebaran kir.”

Firokeyên Tirkiyê êrîşên xwe li ser Efrînê ji bo 4 rojan kêm kiribû, lê ji şeva 8ê Sibatê ve careke din bi tundî gund û navçeyên Efrînê bombebaran kir û vê carê li tax û nêzîkî Efrînê jî bombebaran kiribû.

 

Tê Nûkirin