Encûmena Asayişa Navdewletî ji bo êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê dicive

Li ser daxwaza Francayê, biryar e sibe Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser daxwaza Francayê, biryar e sibe Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê bicive.

Îro Francayê daxwaza rawestandina operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê kir û daxwaza daxwaza civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

Wezîrê Derve yê Francayê Jean-Yves Le Drian ragihand, divê Tirkiyê êrîşên xwe yên li dijî Efrînê rawestîne, ji ber ku hêzên li wir beşek in ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ne.

Jean-Yves Le Drian di wê çarçovê de jî îro wî pêwendiyeke telefonî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu re kir û pê ragihand, ku şer ne çareserî ye.

Artêşa Tirkiyê duh operasyona li dijî Efrînê ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand û dest bi topbaran û bombebarana Efrînê û gundên wê kir.