Çawîşoglu: Em naxwazin rastî Rûsya, Sûrya û Amerîka bên
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand, Tirkiye naxwaze li Sûriyê rastî ti aliyekî bê, lê di heman demê de Tirkiyê ji şerê dijî "terorê" venagere.
Îro Sêşemê Mewlûd Çawîşoglu got: "Terorîstên li Minbic, bi awayekî berdewam gefê li ser me çêdikin û heger Amerîka wê gefê ranewestîne, emê bi xwe vê pirsê çare bikin".
Herweha Çawîşoglu got: "Pêşeroja pêwendiyên me bi Amerîka re, girêdayî helwesta Amerîka ye li ser vê pirsê".
Amerîka li rojavayê çemê Furat berdewam piştevaniya Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) dike, ku Tirkiyê wê weke hêzeke "Terorîst" binav dike.
Çawîşoglu piştî van daxuyaniyên xwe, li Parîsê li gel hevpostê xwe yê Amerîkî Rex Tillerson civiya û biryar e sibe serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û serokê Amerîka Donald Trump bi riya telefonê pêwendiyê bikin û rewşa Sûrya û operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê gotûbêj bikin.