Li Wanê festîvala 9’emîn a werzîşên avê dest pê kir

Festîvala werzîşên avê li navçeya navendî ya Wanê Artêmetê dest pê kir û dê 2 rojan dewam bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Wanê Festîvala 9’emîn a Werzîşên Avê dest pê kir. Festîvala werzîşên avê li navçeya navendî ya Wanê Artêmetê dest pê kir û dê 2 rojan dewam bike. Alîkarê Parêzgerê Wanê, ji bo festîvalê da zanîn ku dê sala pêş ji bo dorfirehkirina vê festîvalê amadekarî werin kirin û dê ev yek jî ji bo danasîna çanda bajêr tevkariyeke baş bike.

Li navçeya navendî ya Artêmeta Wanê, Festîvala Werzîşên Behira Wanê dest pê kir û bi vê festîvalê cara 9’an ne ku ji bo werzîşvanên avê derfeta pêşandana cureyên werzîşên tê dayîn. Di festîvalê de gelek cureyên werzîşan tên pêşandan û li gorî rayedarên bajêr dibêjin; ev festîval her sal ji sala borî zêdetir tê dorfirehkirin. Gerînendehê Werzîş û Ciwaniyê yê Bajêr Nevzat Înanç li ser vê çalakiya werzîşî dide zanîn ku armanca wan, tevlîkirina ciwanan a çalakiyên civakî ye.

Gerînendehê Werzîş û Ciwaniyê yê Wanê Nevzat Înanç ji K24ê re got: “Di festîvala îsal a 9’emîn de dê futbola plajê û voleybol hebin. Dîsa ji navendê heta vê qada em lê ne, dê geşta duçerxeyan hebe. Her wiha di çarçoveya werzîşên avê de dê çalakiyên werzîşên ser avê û melevaniyê hebin. Ligel vê jî dê çalakiyên ji bo welatiyan jî çêbibin.”

Di çalakiyên cihêreng ên werzîşên avê de li ser avê dîmenên rengîn jî derketin holê. Di nav van çalakiyan de yên ku herî zêde bal kişandin jî dîmenên ciwanên ku bi keştiyên biçûk diçûn nîvenga avê û ji wir ve bi melevaniyê vedigeriyan bûn.Werzîşvan Necat Kaçmaz ê ku ji navçeya Westanê tevlî pêşbaziyên festîvalê bûye jî dibêje ku ji bilî cureyên werzîşê, li ser avê pêşbaziyên cihêreng jî tên kirin.

Werzîşvan Necat Kaçmaz dibêje: “Çawa ku me digot dîroka Wanê girîng e, dîroka Behira Wanê jî girîng e û zêde nayê naskirin. Bi rêya vê festîvalê, dê naskirina behirê zêdetir bibe. Dê bi vî awayî ji gelek bajaran gelek kes werin û Wanê bibînin.”

Festîvala 9’emîn a Werzîşên Behira Wanê, dê 2 rojan dewam bike û bi rûniştina şevê ya werzîşvanên avê dê were bidawîkirin. Li gorî rayedarên bajêr dibêjin; bi çalakiyên bi vî rengî hem Behira Wanê zêdetir tê naskirin hem jî tevkariyeke baş li qada werzîşvaniya ciwanan dibe.