Amerîka: Emê çekan ji YPGê bistînin

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis ragihand, hemû çekên ku dane YPGê, ji piştî bidawîhatina şerê li dijî DAIŞê, dê ji wan bistînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis ragihand, hemû çekên ku dane YPGê, ji piştî bidawîhatina şerê li dijî DAIŞê, dê ji wan bistînin.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê, Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis di nameyekê de bo Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê de Fikrî Îşik de diyar kiriye ku, tevahiya çekên ku dane Yekîneyên Parastina Gel (YPG) piştî bidawîhatina şerê li dijî DAIŞê, dê ji YPGê bistînin.

James Mattis amaje bi wê yekê kiriye, dê mehane lîsteyên çekên dane YPGê aşkere bike.

James Mattis ragihand jî, ewê tevahiya rêkaran bigirine ber, ji bo parastina asayişa Tirkiyê. Herwiha James Mattis tekez kir jî, ji sedî 80 ji şervanên ku di operasyona kontrolkirina Reqayê de beşdar in, Ereb in.

YPG ku stûnê sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye, ji roja 6 Hezîranê de û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, dest bi operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê kiriye.

Bo piştevaniya li operasyona Reqayê, Amerîka çek û alavên leşkerî dide YPG û HSDê. Ji ber vê yekê jî Tirkiyê dibêje, bo parastina ewlehiya sînorê xwe, ewê bersiva her gefekê bide.