Girêka Riza Sarraf û Tirkiye

Doz 27ê Mijdarê ye, dê xûya bibe girêka Sarraf û Tirkiye çend zehmete bê vekirin an jî dê bikeve rêya vekirina vê girêkê de…

K24 – Navenda Nûçeyan,

Nûçeanalîz

Riza Saraf bi eslê xwe ji Îranê, hevwelatiyê Tirkiye ye. Hîn derdora 25 salî de hatiye Tirkiye û bûye xwediyê şîrketên gelek mezin. Bi milyarên dolaran sermaye wî hebûye, lê kaniya van pereyan tu caran ji aliyê “dadweriya” Tirkiye ve nehatiye vekolîn. Riza bi hunermenda Tirk a xwedî pêwendiyên kûr ligel desthilatê Ebru Gundeş re zewiciye û ketiye nav pêwendiyên xûrt ligel desthilatdaran. Villayên wî, xaniyên wî, keştiyên wî yên herî modern, belafira wî ya taybet, lê kaniya pereyan, ji kude tê? Ne lîkolîn liser hatine kirin, ne jî pirsyar!

Berî 2 salan Riza li Miami gava ligel hevjîna xwe Ebru Gundeş li “bêhnvedanê ye” hatin girtin, Ebru serbest hate berdan, yekser vegeriya Tirkiye, doza berdan,/telaqê kir, paşî çi bû? Poşman bû, doza xwe vekşand(!). Sarraf hîn li Amerika girtiye, Egera girtina wî - spîkirina pereyên reş ên Komara Islamî ya Îranê ye. Lê tê gotin pereyên bi gendeliyê ligel desthilatdarên Tirk belav kirî di doza wî de cîh girtin e. Bi dehan navên berpirsên Tirk di doze de ye, yek ji wan Cîgirê Serokê HalkBank a Tirkî bû, ku di dema seredana xwe ya Amerika de, ew jî hate girtin, wekî yek ji hevkarên Sarraf.

Niha tê gotin ku, Sarraf amade ye hevkariyê ligel dadweriya Amerika diyar bike, ji bo kêmkirina sezayê xwe yê girtîgehê. Vê yekê li Tirkiye serêşiyek mezin peyda kiriye. Di van rojên dawî de, berpirsên pileyekem ên Tirkiye liser rewşa Sarraf daxûyaniyan didin. Ji Amerika dixwazin bizanin, rewşa Sarraf çi ye? Amerîka bersîv nade, dibêje: ev karê dadweriyê ye…

Doza Sarraf dê di 27ê Mijdarê de destpê bike. Di doza navbeynî de berî çendîn rojan Sarraf û parêzerên wî amade nebûn, ev yek jî wekî nîşanek ku Sarraf dê hevkariyê ligel dadgehê bike, hate liqelem dan.

Berpirsên Amerîkî, Sarraf li kude ye, di çi rewşê de ye? Agahiyan nadin.  Dozgerê dadgehê Richard Berman pirsa parêzeran liser rewşa Sarraf bêbersîv hişt.

Cîgirê Serokê Halkbank Mehmet Hakan Atilla, ku yek ji girtiyên dozê ye, pirsa ku jê hate kirin: Sarraf bûye hevkarê dadgehê? Bi: nizanim! Bersîv da.

Ligor zanyariyan doz biqasî 60 rûpelî hatiye amadekirin, salên navbeyna 2001-2005 di doze de bi ferehî cîh digrin, herweha axaftinên telefonî, gelek dokumentên fermî, ku diyar dikin Sarraf liser rêya Tirkiye û bi rêya ruşwetê û gendeliyê pereyên reş ên Îranê spî kirin e. Berpirsên Tirkiye ji vî wêneyî dilgiran xûya ne. Serokomar Erdogan û Wezîrê Derve Çavuşoglu jî dinav de berpirsên Tirkiye rexneyan li Amerika liser doza Sarraf dikin. Medyaya Amerika van helkeftinê dilgiran ên Tirkiye wekî metirsiya Tirkiye ji vê doze diyar dikin.

Doz 27ê Mijdarê ye, dê xûya bibe girêka Sarraf û Tirkiye çend zehmete bê vekirin an jî dê bikeve rêya vekirina vê girêkê de…