Edhem Şêxo: Çêbûna arşîveke Kurdî dikare dîroka Kurdan ji windabûnê biparêze

Parêzerê ji Rojavayê Kurdistanê ku 4 sal berê ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê digel 2 zarok û hevjîna xwe koçî Tirkiyê kiriye, hewlê dide ku ji bo damezrandina arşîveke neteweyî ya bo Kurdan bingehekê ava bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Parêzerê ji Rojavayê Kurdistanê ku 4 sal berê ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê digel 2 zarok û hevjîna xwe koçî Tirkiyê kiriye, hewlê dide ku ji bo damezrandina arşîveke neteweyî ya bo Kurdan bingehekê ava bike. Di destên wî de ji salên 1920an heta 1937an bi sedan arşîvên derbarê Kurdan de hene û li bendeyî çapê ne.

Yek ji wan dilgiraniyan ya rewşenbîrên Kurd, nebûna arşîveke Kurdî ye. Arşîveke ku di navê de, hem dîroka Kurdan hebe û hem jî belgeyên nivîsandî ên di derbarê têkoşîna wan ya di warê siyasî, çandî, hûnerî û kevneşopî de. Gelo di dîroka raborî de Areban bi çi çavî li Kurdan dinihêrt? Gerokên Ewropî di serdanên xwe yên Kurdistanê de çi wêne kişandine û çi çîrok nivîsandine li ser Kurdan? Jiyana rêhberên Kurdan û jiyana rojane ya Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê çawa bû roj bi roj û sal bi sal? Dema ku nifşên nû bixwazin li raboriya xwe vegerin, wê çav li kîjan arşîvan bigerînin da ku karibin jê sûdê wergirin?

Edhem Şêxoyê ku ji bajarê Efrînê ye û li Halebê parêzerî dikir û 4 sal berê ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê koçî Tirkiyê kiriye, li Stenbolê wê xebata xwe ya ji bo arşîveke netewyî ku li Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin berdewam dike. Edhem Şêxo dibêje ew gelek tiştên dîrokî berhev dike û arşîv dike ji bo lêkolîneran, çi di warê edebî, çi di warê dîrokî û çi jî di warê siyasî de da ku karibin jê sûdê wergirin.

Lêkolînerê Dîroka Kurdan Edhem Sêxo ji K24ê re wiha axivî: "Bi sedan rojname û kovar wê demê li bajarê Lûbnanê derdiketin. Em rûpel rûpel lê vegerîn. Me dît ku gelek tişt bi nav destê me ketin, çi wêne û çi jî nivîsandin. Li ser kê? Li ser Kurdan, ji 1920'an heta 1937'an, derdorî 17'an me kom kir. Pir îşên balkêş hene û mixabin îşên nebaş jî hene tê de. Em li hinekan dinihêrin ku destpêka şoventiya Areban e. Bi nêrînek nebaş li Kurdan dinihêrin. Em gelek nivîsan jî dibînin ku nivîskaran nivîsandine, nêrînên gelek baş tê de hene.”

Edhem Şêxo dibêje, dema derhênerek derbarê Kurdan de fîlmekî dîrokî çêke derbarê salên 1900 û 1920an de, wê bi saya vê arşîvê karibe wan şal û şepikên Kurdî, kofiya jinên Kurd, cil û bergên aşîrên Kurdan ên ji hev cihê, bi hêsanî bibîne. Edhem Şêxo di heman demê, ji bilî nêrîna Areb û Tirkan ya li hember Kurdan, wan arşîvên gerokên Ewropî jî berhev dike ya di destpêk û dawiya salên 1800’î de, ku serdana Kurdistanê kirine. 

Edhem Sêxo dibêje: “Ya yekemîn nêrîna Kurdan û wêneyê Kurdan li nav gerokên Ewropiyan. Ew gelekî mihîm e. Mesele çi Swêdî ne, çi Elmanî ne, çi jî Fransî ne; di alemê de gelek gerok li Kurdistanê hatine gerînê. Gelek wêneyên baş ên wan gerokan hene. Di wê demê kemera li bal wan hebû, miletê me gelekî feqîr bû, di warê kamerayê de. Gelek kitêbên wan gerokên ku hatine Kurdistanê, ketine nav destên me.”

Parêzerê berê rewşenbîrê niha Edhem Şêxo diyar dike, saziyeke bi navê arşîva milletê Kurd nîn e. Ji bo baştir naskirina Kurdan, Areb û Ewropiyên ku ji bo pirtûkên xwe serdana wî dikin, ji ber nebûna arşîvê ew nikare alikariya wan bike. Edhem Şêxo dibêje; çêbûna arşîveke Kurdan xizmeteke gelekî mezin e. Wê hingî dîroka Kurdan ji windabûnê rizgar dibe. Ger em dixwazin xizmetekê bikin, ji bo dîrok, lêkolîner, çand, huner û her Kurdekî, divê em ji bo damezandina arşîveke neteweyî ya Kurdan hewlê bidin.