Kurdistan Dr. Sait li Parisê tê bibîranîn

Dr. Sait li Parisê tê bibîranîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Sibe (13ê meha Çile) li paytexta Fransayê Parîsê, Fermandarê Pêşmerge Dr. Sait Çurukkaya û Pêşmergeyê Partiya Demokrat a Kurdistana Iranê Resûl Muhamedzade, ku 30ê meha Cotmeha 2106an di sere dijî DAIŞ de, bi egera teqîna bombeyê şehîd bûbûn, tên bibîranîn.

Bîranîn bi bernameyeke dewlemend dê birêve biçe. Tê de: Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Dolamarî, Serokê Enstituya Kurd li Parisê Kendal Nezan, Prof Dr. Umit Yazicioglu û birayê şehîd Dr. Sait, Selim Çurukkaya dê axaftinê bikin. Herwiha hunermend Rojîn, dê bi strana xwe ku li ser şehîd Dr. Sait çê kiriye amade bibe.

Komîteya amadekar tevayiya Kurdên li Fransayê vedixwîne bîranînê, ku dê demjimêr. 18:30 li 27 Avenue de Choisy 750 13 Parisê birêve biçe.

Pêşmergeyê xwebexş û pisporê pûçkirina mîn û teqemeniyan Seîd Çurukkaya (Dr. Silêman), ku di encama teqîna bombeke DAIŞê de li nêzîkî Mûsilê birîndar bibû, li nexweşxaneyeke Almanya de şehîd bû.