Amerika: Derbarê PKK nîgeraniyên Tirkiyê mafdar in

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevka Wezareta Derve yê Amerîkayê dibêje ew nigeraniyên Tirkiyeyê yên derbarê PKKyê de ciddî werdigrin.

Berdevka Wezareta Derve yê Amerîkayê Heather Nauert di civîna çapemeniya rojane de axifî û li ser pirsekê derbarê PKKyê de got ew digel Tirkiyeyê her tim di nav danûstaninan de ne. Derbarê PKKyê de nîgeraniyên mafdar ên Tirkiyeyê hene. Amerîka van nîgeraniyan ciddî werdigre.  Di civînê de rojmavenekî pirsiyar kir ko gelo Amerîka ji egera êrîşeka Tirkiyeyê ya li dijî rojavayê Kurdistanê endîşe dibe? Lê Berdevka Wezareta Derve bersiva vî pirsî neda.