14ê vê mehê yekemîn rûniştina perlemantoya Herêma Kurdistanê lidar dikeve

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtî Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro 10/9/2017 li bajarê Hewlêrê civiyan. Peyamnêrê K24ê li ser naveroka civînê ragihand, PDK û YNKê li hêviya bersiva Tevgera Goranê ne, ji bo ektîvkirina perlemantoya Kurdistanê û diyar kir, di egera nehatina bersiva Tevgera Goran û Komela Islamî de ji bo ektîvkirina perlemantoyê, dê PDK û YNK bi beşdariya aliyên din yên Herêma Kurdistanê di roja 14 vê mehê de, yekemîn rûniştina perlemantoyê lidar bixin.