ENKSê serokekî nû hilbijart

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li Qamişlo serokekî nû hilbijart.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li Qamişlo serokekî nû hilbijart.

Serokê ENKSê yê berê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand, di civîna îro ya ENKSê li Qamişlo de Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Siûd Mela wek serokê nû yê ENKSê hat hilbijartin.

Biryar bû roja 7ê Mijdarê kongira çaremîn ya ENKSê li bajarê Qamişlo bihata girêdan û serokekî nû bihata hilbijartin, lê hejmarek ji grûpa Ciwanên Şoreşger ku ji aliyê hêzên asayişê ve dihatin parastin, rê li ber endamanên ENKSê girtin ku derbasî hola girêdana Kongir bibin û rê nedan ku ENKS kongreya xwe girî bide.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, îro li Qamişlo civîneke berfereh ya ENKSê bi awayekî girtî û dûrî çavên ragihandinê bi rê de diçe û hîna civîn ENKSê jî bidawî nebûye.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di 26ê Cotmeha 2011an ji çend partî, rêxistin û kesayetiyên serbixwe hate damezrandin û di çarçova Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de beşdarî danûstandinên Cenêvê dibe.