Lavrov: Amerîka bi dizî çek dide HSD

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje, Amerîka bi dizî çek dide HSD û Mosko ji destpêşxeriya Fransayê ya civîna bilez a Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Sûriyê de nîgeran e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje, Amerîka bi dizî çek dide HSD û Mosko ji destpêşxeriya Fransayê ya civîna bilez a Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Sûriyê de nîgeran e.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro li Moskoyê di konferanseke rojnamevanî de derbarê çalakiyên Amerîka li Sûriyê de ragihand, çalakiyên Amerîka li sînorê Sûriyê êstifzazî ne û biqest in.

Herwiha got: “Em ji demekê ve dibêjin ku Amerîka li beşeke mezin a xaka Sûriyê dixwaze desthilateke alternative damezrîne û bi aşkere û bi dizî jî çekan dide wan grûpên ku alîkariyê pê re dike û bi taybet Hêzên Sûriyeya Demokratîk.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got jî: “Amerîka bi vê yekê destêwerdanê di karûbarên Sûriyê de dike. Amerîka ragihand ku hêzeke ewlehiyê li dirêjahiya sînorê bi Tirkiyê û Iraqê re dirust dike, lê di piştre red kir, di rastiyê de ev çalakiya kontrolkirina sînor berdewam e. Ev jî yan tênegihêştina ji rewşê ye, yan jî biqest vî karî dike.”

Lavrov derbarê beşdariya Kurd di proseya çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê de got: “Bêgûman Kurd dê di proseya siyasî de beşdar bibe û divê hebûna wan bê gerentîkirin.”  

Derbarê civîna bilez a Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê de, Lavrov got: “Ev alîbûna Fransayê li hember hin bûyerên taybet bi Sûriyê, cihê nîgeraniya me ye.”

Ji roja 20ê vê mehê ve artêşa Tirkiyê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand û dest bi topbaran û bombebarana Efrînê û gundên wê dike.

Duh, Francayê daxwaza rawestandina operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê kir û daxwaza civîneke awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

Fermandarê giştî yê YPG Sîpan Hemo îro di hevpeyvînekê de li gel ajanseke nêzîkî YPG ragihand, Rûsya tevahiya rêketinên li gel YPGê kirbûn, binpê kiriye û xiyanet li YPG kiriye.

Herweha Hemo got: "Rûsya welatekî bê pirensîp e û wê rojek were ku Rûsya li ser vê helwesta xwe ya li dijî miletê Kurd poşman bibe".

Herwiha serkirdeyê di TEV-DEMê de Aldar Xelîl di hevdîtineke telefisyonî de ragihandibû, Rûsya daxwaz ji wan kiribû ku Efrînê radestî rêjîma Sûriyê bikin, lê wan ev daxwaz red kir, ji ber ku xaka xwe radestî kesekî nakin.