Malpereke Israîlî: Amerîka amadekariya cengê li Sûryê dike

"Amerîka naxwaze bi tena xwe êrîşî bingehên rêjîma Sûryê bike û dixwaze her yek ji Birîtanya û Frensa û hin welatên din yên Ewropa tevlî wê êrîşê bike".

K24 - Navenda Nûçeyan

Malpera (Dibka) ya Israîlî ya taybet bi karûbarên serbazî û hewalgirî, ji ser zimanê hin jêderên serbazî Amerîkî veguhestiye, ku Amerîka û Birîtanya û Frensa, hêzên xwe yên deryayî û ezmanî amade dikin, ji bo destpêkirina êrîşeke serbazî li dijî rêjîma Sûryê, ku biryar e tenê çend rojan ew êrîş berdewam bike.

Wê malperê diyar kir, ku êrîşa Ameîrka li dijî Sûryê ji ber du sedeman dereng ketiye, li gorî wan jêderan, sedema yekê ew e, ku hêzên deryayî û ezmanî yên Amerîka li nav Derya Sipî de gellekî kêm bûn, lewra Amerîka biryar daye ku keştiya girs ya firoke helgir (Harry Truman) li gel çend keştiyên din yên cengî, bişîne Derya Sipî, ku hejmarek firokeyên cengî û gellek mûşekên Tomahawk li ser pişta (Harry Truman) in.

Malperê zelal kir, ku keştiya girs ya firoke helgir (Harry Truman) wê di nava 5 rojan de, bigihêje Derya Sipî û duh jî, Amerîka keştiya cengî USS Donald Cook ji Qubrisê ber bi Derya Sipî ve şand.

Her li gorî jêderên wê malperê, sedema diwem jî ew e, ku Amerîka naxwaze bi tena xwe êrîşî bingehên rêjîma Sûryê bike, lewra niha Amerîka bizavan dike, ku her yek ji Birîtanya û Frensa û hin welatên din yên Ewropa tevlî wê êrîşê bike.

Bi gotina wan jêderan, serokê Amerîka Donald Trump, di pirsa jehrîkirina sîxurê Birîtanî de, piştevaniya Londonê kiriye, lewra ew li bendî wê yekê ye, ku Birîtanya jî, di pirsa lêdana Sûryê de, piştî êrîşa kîmawî ya Dûma, piştevaniya Amerîka bike.

Piştî êrîşa kîmawî li ser bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê, ku di encamê de bi sedan welatiyên sivîl bûn qurbanî, Amerîka û Frensa gefa bikaranîna hêzê li dijî rêjîma Sûryê kirin, biryar e jî, îşev Encûmena Ewlehiya Navdewletî, biryara xwe ya dawî li ser wê pirsê bide.   

N.O