Barzanî naveroka civîna ligel nûnerên welatên bihêz aşkere dike

Serokê Herêma Kurdistanê li Zaxo ragihand, “Biryara referandûmê ya xelkê Kurdistanê ye û roja 25ê Îlonê xelkê Kurdistanê diçin çarenivîsa xwe diyar dikin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî kernevala mezin a xelkê Zaxo ya piştevaniya referandûma serxwebûna Kurdistanê bû û ragihand, “Biryara referandûmê ya xelkê Kurdistanê ye û roja 25ê Îlonê xelkê Kurdistanê diçin çarenivîsa xwe diyar dikin.”

Barzanî got: “Ji ber nemana hevpariyê, vegeriyan rehendên siyasî û ji duh ve me du mînakên reş dîtin. Duh bi piraniya siyasî referandûm red kirin. Îro jî biryara dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê dan. Ji destê vê piraniya siyasî bê, çi destkefteke Kurdistanê hebe, ji me bistînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Referandûm ji bo wê yekê ye ku çarenivîsa xwe diyar bikin. Sykes-Picot û Lozan nabe çarenivîsa me diyar bike. Divê em çarenivîsa xwe diyar bikin.”

Got jî: “Çawa berê em hatin enfalkirin û kîmyabarankirin û roja biryara birîna mûçeya xelkê Kurdistanê dan, enfaleke din li hember xelkê Kurdistanê kirin.”

Barzanî behsa civîna ligel Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka Brett McGurk, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY Jan Kubis, Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman, Balyozê Brîtanya li Iraqê Frank Becker kir û got:

“Ew hatibin û pêşniyazên xwe gotin, me guhdariya wan kir, me jî nêrîn û helwesta xwe ji wan re diyar kir. Ew dibêjin, em ligl mafê gelê Kurdistanê ne, lê ji bo pirsgirêk dernekevin, niha dema guncaw e. Me jî got, bedîlê baştir nebe, gelê Kurdistanê razî nabe. Em referandûmê dikin û çi dibe, bila bibe. Encûmena Asayişê hate ser xetê, heger bedîlekî baştir hebe, serkirdayetiya siyasî lêkolînê li ser dike, lê heger armanca wan tenê paşxistina rederandûmê be, bi ti awayekî bipaş naxin.”

Herwiha got: “Em her bacekê bo serxwebûnê didin û divê em daxwaza mafê xwe bikin. amade ne ji bo her erkekî. Her rojekê ew grûpa ku niha di desthilatê de ne, heger ji destê wan bê, destkeftekê ji Kurd re nahêlin.”