Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mistefayev koça dawiyê kir

Welatparêzê Kurd û Serokê berê yê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Qafqasyayê û Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mustafayêv Duh19ê Nîsanê li Belçîkayê koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatparêzê Kurd û Serokê berê yê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Qafqasyayê û Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mustafayêv Duh19ê Nîsanê li Belçîkayê koça dawiyê kir.

Wekîl Mustafayêv di sala 1938a li Ozbekistanê, ji malbatek penaber ji dayik bibû. Malbata wî ji Qafqasya ber bi Asyaya Navîn ji ber siyaseta Stalîn û Panturkîstên Azerbeycana Soviyetêhatibû surgunkirin. Di sala 1967-a de ew beşa hiquqêya  Zankoyê Qirgizistanê diqedine û hema piştî xilaskirina zankoyê dibe cigirê asayişa bajarê Oşê li Qirgizistanê, paşê dibe wekilê bajêr.

Wekil Mustafayêv di dema Sovyetan de li wezerata polisê Qirgizistanê, Azerbaycanê û Ozbekistanê wezifeyên giring pêk aniye. Di salan 1980-î de serokatiyê şaxa cinayetên giranî ya Wezereta navxwe ya otonomiya Qaraqalpakiya li Ozbekistanê kiriye. Di sala 1988’a de li Sovyetistanê tevlîhevî û nakokiyên di nav gelên curbecur dest pê dibe, li ser Kurdên Ozbekistanê, Qirgizistanê, Ermenistanê zextên neteweperestî destpê dibe û li ser vê yekê Wekîl Mustafayêv tevî hevalên xwe rêxistina “Yekbûn” ê ava dike. Dibe cigirê wê organizsyonê, armanca wî ji nûva avakirina otonomiya Kurdistana Sor bû.

Wekil Mûstafayêv, piştî hilweşandina dewleta Sovyetê wek penaber li Evrupa jiyan dikir. Ew nivîskarê pirtûka dîrokî bi navê “Kurdistana Qafgasyayê” û xwediyê bi sedan gotarên dîrokî û siyasî ye.

Wekil Mustafayêv, Kurdekî niştîmanperwer û Kurdistanparêz, mirovekî bi prensîp û şaşnebar, welatparezekî resen bû. Heta dawiyê nefesa xwe têkoşîna xwe meşand, li pey xwe mîrasek dewlemend hişt.

Wekîl Mustafayev, xwediyê şeş xelat û nîşanên rêzgirtinê ji hukumeta Sovyetê ye û  digel jin û zarokên xwe li Italiyayê bûye penaber. Kebaniya ango hevjîna wî jî fermandara polîsa Rûsiyê ye, lê ji ber ku ew tevli mesela Kurdistana Sor bûbû, wê jî xebata xwe winda kir.