Li Efrînê mamosteyeke Kurd ji aliyê çekdaran ve hat revandin

Li Efrînê mamosteyeke Kurd bi navê Zozan Beşîr Silêman ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hat revandin û çarenivîsa wê ne diyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê mamosteyeke Kurd bi navê Zozan Beşîr Silêman ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hat revandin û çarenivîsa wê ne diyar e.

Navenda Medyaya Efrînê belav kir, dema mamosteya werzişê Zozan Beşîr Silêman bi malbata xwe re roja 20ê vê mehê vedigerî Efrînê, li ser rêbenda gundê Tirindê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hat.

Li gor zanyariyê wê navendê, ji heyama hefteyekê ve malbata wê lê dû keça xwe digerin, lê ta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Zozan Beşîr Silêman jidayikbûna sala 1988an ji gundê Kefir Sefrê ye û li dibistanên Efrînê mamosteya werzişê bû.

Malbata Beşîr Silman bang li hemû rêxistinên navdewletî û yasayî dikin, destêwerdana vê bûyerê bikin û çarenivîsa keça wan Zozanê diyar bikin.

Bi derbasbûna artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji Efrînê re di 18ê Adara bûrî de û ta niha bi sedan xort û keçên Efrînê tên desteserkirin û revandin, ta niha jî çarenivîsa beşek ji wan girtiyan ne diyar e.