Rewşa awarte li Tirkiyê tê dirêjkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê fraksiyona AK Parti di Parlementoya Tirkiyê de Mustafa Elitaş ragihand ku, Rewşa awarte dê bê dirêjkirin û di demek nêzîk de ew dê babetê bînin rojeva Parlementoyê.
Dema Rewşa awarte di 19, meha Cotmehê de bidawî dibe û ligor Elitaş 16ê Cotmehê liser dirêjkirina wê Konseya Ewleyî ya Tirkiyê û Encûmena Wezîran dê bicive.
Herî dawî Rewşa awarte di 19ê meha Tîrmehê de ji bo 3 mehan hatibû dirêjkirin.