Kurê Kusret Resûl wêneyên bavê xwe li Berlînê belav dike

Derbaz kurê Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kusret Resûl wêneya xwe ligel bavê xwe belav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbaz kurê Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kusret Resûl wêneya xwe ligel bavê xwe belav dike.

Derbaz Kusret Resûl wêneya ligel bavê xwe li hejmara xwe ya tûra civakî “Facebook” belav kir û nivîsî: “Niha li Berlînê”

Berî çend rojan, ji ber têkçûna rewşa tenduristî ya Kusret Resûl ji bo nexweşxaneyê hate veguhastin, piştre jî ji bo wergirtina çareseriyên bijîşkî berve Almanyayê birê ket.

Niha wek diyar dibe, rewşa tenduristî ya Kusret Resûl cîgir e, lê dema vegera wî ji bo Kurdistanê nehatiye diyarkirin.