5 rêxistinên mafên mirovan yên Kurdî dengê Efrînê digihînin NY

Pênc rêxistinên mafên mirovan yên Kurdî derbarê rewşa Efrînê de li Siwêsrayê bi Komisyona Bilind a Mafên Mirovan ya Netewên Yekgirtî re û Komîta Lêpirsînê ya Navdewletî ya Taybet bi Binpêkirinên mafên Mirovan li Sûriyê û hejmarek rêxistinên din re civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîta Berevaniyê di ber Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF) Koma Kar bo Efrînê, Navenda “Lêkolîn” li Almanya, Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF) û Rêxistina Berevaniya li Mafên Mirovan li Nemsayê ku rêxistinên Kurdî yên mafên mirovan ne ji bo rewşa mirovî li Sûriyê û bi taybet a Efrînê li her du bajarên Siwêsrayê Cenêv û Zûrichê hejmarek hevdîtin bi rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî re kirin.

Wan pênc rêxistinan di daxuyaniyeke hevbeş de dan zanîn, wan duhî ligel Komîta Lêpirsînê ya Navdewletî ya Taybet bi Binpêkirinên mafên Mirovan li Sûriyê re civiyan û behsa binpêkirin û kiryarên hovane yên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê kirin.

Herwiha bi wê komtê re behsa kiryarên rêjîma Sûriyê yên bi ser gelê Sûriyê de dike û komkujiya vê dawiyê ya DAIŞê ya li Siwêdayê kiriye, kirin.

Da da zanîn jî, wan rêxistinan bi Komisyona Bilind a Mafên Mirovan ya ser bi Netewên Yekgirtî re civiyan û behsa kiryarên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên li Efrînê kirin û çapek ji raport û belge û daxwazan radestî wê Komisyonê kirin. Ji aliyê xwe ve, wê komisyonê jî soza da ku hewl bide aramî û ewlehiyê vegerîne Efrînê.

S. B 

5 rêxistinên mafên mirovan yên Kurdî dengê Efrînê digihînin NY
5 rêxistinên mafên mirovan yên Kurdî dengê Efrînê digihînin NY
5 rêxistinên mafên mirovan yên Kurdî dengê Efrînê digihînin NY