Roj Nûrî Şaweys: Em li gel Bexdayê şer nakin
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê encûmena bilind a referandumê Dr.Roj Nûrî Şaweys ragihand, ew bi ti awayî şer li gel Bexdayê nakin û dixwazin bi diyalogê li gel hikûmeta merkezî, derbarê serxwebûna Kurdistanê lihev bikin.
Şaweys di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya The Washington Post ya Amerîkî ragihand: “Kurd bîr hizra şer nakin û dixwazin bi diyalogê û riyên aştiyane pirsa referandumê û serxwebûnê li gel Bexdayê çareser bikin.”
Herweha Dr. Roj Nûrî Şaweys got: “Em dixwazin piroseya serxwebûnê ji Iraq piroseyeke hêmin û aştiyane be.”