Rêvebir û berpirs û bêjerên NRT dest jikar dikşînin
K24 - Navenda Nûçeyan
Mem Burhan Qani'I, ku tenê ev 2 meh û 13 roj bûye rêvebirê Kenala NRT, şevê din li ser facebook a xwe belav kiriye: "Ji îşev ve, ez wek rêvebirê "NRT" ti pêwendiya min ya pîşeyî, rêvebirî û yasayî bi vê kenalê re nema ye û bi riya telefone jî, min ev biryara xwe ji xwedî û serokê dezgehê re ragihand... Selametî ji bo hevkarên min ".
Mem Qani'i, ne yekem kes e û nejî dawîn kes e ku ji kenala NRT dest ji kar dikşîne, berî niha jî hejmareke berbiçav ji karmend û bêjer û berpirsên wê kenalê dest jikar kişandin û beşekî din jî bi bihaneya bidawîhatina girêbesta wan, ji kenala NRT hatin dûrxistin.
Roja Duşema derbasbûyî jî "Kawa Ehmed" ku cîgirê rêvebirê NRT û rêvebirê Newsroomê bû, piştî bêtirî heft salan ji karkirinê li gel wê kenalê, dest jikar kişand.
Herweha, Çiya Hisên, ku berpirsê bêjer û pêşkêşkarên NRT bû, bi heman awayî dest jikar kişand û got: "Piştî sipasî û rêzgirtinê, ji wê demê re ku min li NRT kar kiriye, di vê kêlîkê de, ez dest jikarkişana xwe ji kenala NRT radigehînim, sipas ji bo hevkarên min û hêviya biserketinê ji wan re dixwazim.
Şopînerên rewşa wê kenalê didin xuyakirin, ku ew hejmara zêde ya destjikarkişanan, ne piroseyeke siruştî ye, ji ber ku di demeke kin de, gellek pirs li cem xelkê û karmendên wê kenalê çêbûn, bi taybet piştî ku xwediyê wê kenalê Şasiwar Ebdilwahid, komeke siyasî damezirand û berî niha jî bi awayekî bihêz dijatiya referanduma serxwebûna Kurdistanê kir, wê demê jî hejmereke balkêş ji karmendên wê kenalê û nûçegihanên wê yên li derveyî welat jî, dest ji kar kişandin.