Li Efrînê bombeyek bi xelkê vedigere de teqiya: 3 qurbanî hene

Li Efrînê bombeyeke vedayî di otombîleke derbiderên ku vedigerin de diteqe, di encamê de welatiyek canê xwe jidest dide û 2 welatî jî birîndar dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê bombeyeke vedayî di otombîleke derbiderên ku vedigerin de diteqe, di encamê de welatiyek canê xwe jidest dide û 2 welatî jî birîndar dibin.

Çalakvanên ji Efrînê ji K24ê re ragihandin, dema derbiderên Efrînê vedigeriyan gundê xwe, li ser riya di navbera gundê Basûtê û Kurzêlê de bombeyeke vedayî di otombîleke wan teqiya.

Di encama teqînê de, welatiyekî canê xwe jidest da û 2 welatiyên din jî lingên wan hatin birîn.

Ji ber dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 18ê Adara bûrî de, zêdetir ji 200 hezar welatiyê Efrînê derbider bûn, tevî astengkirina vegera wan jî, rojane beşek ji welatiyan bi riyên qaçaxî û bi bertîlên giran vedigerin Efrîn.

Herwiha ji dema dagîrkirina herêma Efrînê ve, proseya bicihkirina Erebên ku ji deverên cuda yên Sûriyê koçber bûne li Efrînê bê rawestan berdewam e. Li hember jî astengiyên li pêş vegera xelkê resen ên Efrînê roj bi roj pirtir û dijwartir dibin.


S. B