Nêçîrvan Barzanî: Bush xelkê Kurdistanê ji dijmatiya Beis parast

Bi boneya koça dawiyê ya Serokê Amerîka yê berê George Bush, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyama hevxemiyê arasteyî malbata George Bush kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi boneya koça dawiyê ya Serokê Amerîka yê berê George Bush, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyama hevxemiyê arasteyî malbata George Bush kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje bi wê kir, gelê Kurdistanê rêz û pêzanîneke mezin bo rola Serok Bushê Bav heye, ku di sala 1991an de rola wî ya sereke di spandina navçeya dijefirînê li Herêma Kurdistanê hebû û xelkê Kurdistanê ji stem p dijminatiya rêjîma Beis parast.

Serokê Amerîka yê berê George Bush duhî di temenê 94 saliyê de koça dawiyê kiribû.

George Bush di sala 1924an li wîlayeta Massachusetts jidayik bûbû û ji sala 1989  ta sala 1993an bo heyama carekê serokê Amerîkayê bû.

 

S. B