Supaya Pasdaran: Wek em serederiyê bi DAIŞê re dikin, emê bi artêşa Amerîka re bikin

Supaya Pasdaran ya Komara Islamî ya Îranê ragihand: “Me li Rojhilata Navîn çawa serederî li gel DAIŞê kiriye, emê bi heman awayî li gel artêşa Amerîka bikin, heger bê û Amerîka me bixe lîsta terorê de.

K24 – navenda Nûçeyan

Supaya Pasdaran ya Komara Islamî ya Îranê ragihand: “Me li Rojhilata Navîn çawa serederî li gel DAIŞê kiriye, emê bi heman awayî li gel artêşa Amerîka bikin, heger hat û Amerîka me bixe lîsta terorê de.

Fermandeyê Supaya Pasdaran a Îranê Lîwa Mihemed Ceiferî, di civîna Encûmena Stiratîjî ya Supaya Pasdaran de got: “Heger Waşington yasaya sizadanê li dijî Îranê ektîv bike, pêwîst e ew jî hêzên xwe 1000 kîlometran dûrî Îran bicî bike, ji ber ku mûşekên Îranî dikarin bi dûriya 1000 kîlometran li armanca xwe bidin.”

Herweha navhatî got: “Yasaya sizayên Amerîkî li dijî Îranê, tê wateya derketina Amerîka ji rêketina etomî.